Li gor raporteke Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan, ji ber birçîbûnê her 10 saetan carekê kesek li Sûriyê canê xwe ji dest dide û her 8 demjimêr û nîvekê jî, ji ber serma û seqemê kesek canê xwe ji dest dide.
Di raportê de wiha tê gotin: ‘’Ji xeynî birçîbûn û sermayê, ji ber bombardimanên firokeyên şer ên rejîma Esed, her 50 deqîqeyan carekê zarokek canê xwe ji dest dide û her 30 deqîqeyan jî hevwelatiyek dimire.
Raport balê dikşîne ser îşkenceya hêzên rejîma Sûriyê jî û wiha diqede: ‘’Her 10 saetan carekê, kesek di jêr îşkenceya artêşa rejîma Esed de canê xwe ji dest dide û her 12 deqîqeyan jî kesek bi guleyên hêzên ewlekariyê yên rejîma Esed tê kuştin.’‘
Basnews