Kategorilenmemiş
Giriş Tarihi : 27-10-2014 06:21   Güncelleme : 27-10-2014 06:21

JI BO KOBANÊ DENG BIDE

KJK’ê der barê çalakiyên 1’ê Mijdarê ku dê ji bo berxwedana Kobanê li çar aliyên cîhanê bên lidarxistin de daxuyaniyeke nivîskî we- şand. KJK’ê banga tevlibûnan çalakiyan kir û wiha got: “Kobanê qîrîna mirovahiyê ye.”

JI BO KOBANÊ DENG BIDE

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJK) ji bo çalakiyên 1’ê Mijdarê yên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê li çar aliyên cîhanê dê bên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlibûnê li hemû kesan kir. KJK’ê ragihand ku berxwedana li Kobanê berxwedana rûmeta mirovahiyê ye û wiha hat gotin:“Kobanê ji heft heta heftê salî bi jin û mêr bi hev re ligel şervanên YPG û YPJ’ê li ber xwe didin. Kobanê ev 44 roj in li dijî xeta netew-dewletê, pergal û hişmendiya desthilatdar a zilam bi hêza cewherî û xwecihî berxwedana xwe didomîne. Li Kobanê gelekkeç û jin di kesayetiya rêheval Arîn Mîrkan de wekî keleha azadî û welatparêziyê têdikoşin.” KJK’ê da xuyakirin ku Îro Kobanê bûye bajarê pîroz ê mirovên dibêjin ‘em heme, emê hebin û hebûna xwe bidin domandin.’ Dilê cîhanê li Kobanê lê dide, qîrîna Kobanê jî li cîhanê deng vedide.

 

 

 

Kobanê êdî ne tenê ji bo kurdan, bûye Roja Demokrasiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê. Ji bo vê yekê bi însiyatîfa Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û ‘Peace Camping’, bi banga ‘seferberiya global a ji bo mirovahî û Kobanê’ 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye îlankirin.” KJK’ê diyar kir ku ji ber vê yekê ew meşa xwedîderketina li Kobanê ya di 1’ê Mijdarê de li çar aliyên cîhanê bê lidarxistin ji niha de silav dikin û wiha bi dawî kir:“Em bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn, jinan û alîgirên demokrasiyê dikin ku tevli vê meşa bi rûmet bibin. Ji ber ku qîrîna Kobanê qîrîna mirovahiyê ye.

 

 

BEHDÎNAN – ANF